Di lîteratura cîhanê da rexnekariya wêjeyê

Gulgeş Deryaspî

Di nivîsek da wiha dihat gotin “bi sê aweyan pirtûkxwendin heye. Yek, pir baş pirtûk xwendin. Dudu, pir baş pirtûkxwendin. Sisê, pir baş pirtûkxwendin.” A yekemîn dibêje ku pêwist e pirtûkên pir baş ên xwîner sudek jê werdigire ye. Kesên li pey çi ne û çi karî dikin, li gorî wê dixwînin û pirtûkên di wê mijarê de ên herî baş û serkeftî rêyek nû dide pêşiya wan kesan û guherînek serkeftî ava dike. A duyemîn jî dibêje ku bila xwîner bi hişmendiyek pêşketî û zana bixwîne. A sêyem jî qala xwendina zêde û lezginî dike.

Her çi rexne tabana bila bibe, a siyasetê, a ideolojiye, a derûniyê, mîtolojiyê, olê û hwd… pîsporî divê. Bi piranî jî pîsporî di zanîngehan de bi akademiyê dest pê dike. Kesên ku di akademiyek de nexwandibe, serneketîbe, lêhurnebube, piştê zanîngehê di nav lêkolînek qerese de tevnegerîbe di mijara xwe de wek muxatab nayê dîtin. Zanîngeh di pêvajoya pîsporiyê de destpêk e û ji bo serkeftinan referansek giranbuha ye. Helbet her kesên ku zanîngehê qedandibe nabe pîsporê mijara xwe. Ji bo pîsportiyê dem lazim e û di nav demek dirêj de ked lazim e. Zanîngeh ji bo zanîna rê û rêbazê amûrek e û bê vê amûrê jî pîsporî gelek zehmet e. Bi kurtasî kesên ku dixwazin di mijarekê de bibin pîspor, a yekemîn pêwist e ji rê û rêbazên zanistê sud werbigirin û pişt re jî li gorî rê û rêbaza zanînê bixebitin. Divê mitolojiyê, ideolojiye, deruniyê, dîrokê, siyasetê, dîroka olê û dîroka şaristaniyê hîn bibin da ku ser bikevin. Ger ne di metnekê de laqê hevok û termên van dîsîplînan hatin dê nekaribin rave bikin û ji metnê jî fam bikin û sudek jî newerbigirin.

Kesên ku zanîngeh nexwendibin jî helbet dikarin di mijarek de bibin pispor lê ji bo vî jî pêwist e dîsa rê û rêbaza zanînê bizanibin û ji bo vî jî divê çend mamosteyên wan ên di beşa xwe de serkeftî hebin û divê xebatek kûr û dirêj de pora xwe spî bikin, bi salan, şev û roj bixebitin.

Rexnekarî ya wêjeyê jî karek ji wan e ku him huner e, him dîsîplîneke zanistê ye, him jî pîsporî divê. Ji bo vî jî di zanîngehan de, di nav beşa mijara wêjeyê de cih digire. Gelek mijarên ku têgihiştina wan pir zehmet e hene ku rexnegir mecbur in têbigihijin û rave bikin. Wek teoriyê, ideolojiye, deruniyê… ku konut serenav jî bi aliyê navrokê ve têra xwe berfireh in. Di zanîngehan de, bi alîkariya mamosteyan nebe xebata wan û têgihiştina wan zêde kengaz nîn e. Helbet ji bo rexnegiriyekê profesyonel konut du sê tiştên ji rêzê û cilde mînakên piçûk in.

BÊ DÎSÎPLÎNÊN DINÊ REXNE TABANA?

Tevahiya disîplînan li gorî naveroka xwe, pêwisti bi hev tabanının û ji hev sud werdigirin. Civaknasek ji dîsîplîna dîrokê, derûniyê, erdnîgariyê, arkeolojiyê çawa sud werdigire, dîroknasek jî dikare ji derûnasiyê, etnolojiyê, arkeolojiyê sud werbigire. Rexnegir jî dema metnekê dixwînin pêwist e bizanibin ku metna di destê wan de qala çi dike. Tabana ku metin, metnek felsefîk be, an jî civakî be, an jî dîrokî be û tabana ku metnek derûniyê be. Ger ku rexnegir hay ji van dîsîplînan nebe dê çawa li ser metnê hûr bibe û fam bike? Cilde zanîn jî têrê nake. Pir baş zanîn analîzek, rexneyek serkeftî û sudgirtî derdixe holê.

ÇIMA ZANÎNGEH?

Zanîngeh herî kêm çar sal e û ji ên çar salan jortir jî hene. Di nava van çar salan de heftêyê de pênc roj ji sibehê heya êvarê li ser wêjeyê tê xebitîn. Edebiyata klasîk, çağdaş, ya cîhanê, ya berawirdî, dîroka şaristaniyê, teoriyên wêjeyê, zimanê biyanî û gelek dersên dinê ên wêjeyê di nav van dersan de cih digire. Derbarê van mijaran de çîrok, roman, ceribandin, helbest, nivîsa zanistî, dîrok, ideoloji, derunî, gotar û pirtûkên wek van di dersan de cilt xwendin, şîrovekirin û di ezmûnan de cilt pirsîn. Ger ku xwendekar di ezmûnê de sernekeve dubare van metnan dixwîne û heya têbigihîje jî dubare dubare dixwine. Ji bo bişev jî spatrekên ku mîna tezên piçûk in tê dayîn. Armanc ew e ku xwendekar ji xeynî xewa şevê pêştir dema xwe bi temamî bide vê mijarê da ku di gava destpêkê de ser bikeve. Gelek xwendekar sernakevin û mamoste serê xwe bi wan ve naêşînin ew derbas dikin.

Belê me li jorê jî gotibû ku zanîngeh ji bo pîsporiyê deriye destpêkek e lê destpêkek girîng e. Piştê zanîngehê lêzêdebûn dest pê dike. Yanê xwendekarên ku di zanîngehan de serkeftine, piştê zanîngehê pêwist e xebata xwe yê wêjeyê hurgulîtir bikin da ku bikaribin di derbareyê wêjeyê de şîroveyekê bikin. Ji bo ku bigihijîn astek kamil jî herî kêm panzdeh sal, di nav motîvasyonek xurt de li ser rexneya edebiyatê bixwînin, binivîsin, rexne bikin da ku bigihîjîn encamek û bikaribin ji xwe re bibêjin rexnegir.

REXNEKARIYEK PROFESYONEL

Me gotibû kesên ku zanîngehek nexwandibe di rexnegiriyê de wek muxatab nayê qebûlkirin. Helbet konut fikra min nîn e. Îro li tevahiya cihanê de kesên ku di derbareyê tiştekî de fikra xwe dibêjin, mecbur in îspat bikin ku di derbarêyê wî karî de pîspor in. Ger çiqas serkeftî tabanın bila bibin jî kes guhê xwe nade wan. Yanê kesek dema axifî, ji bo ku bê guhdarkirin mecbûre dokümana xwe bide nîşan. Di civakên pêşketî de însanek di derbarê tendurustiyê de ji bijîşkekê serkeftîtir be jî, civak zêdetir qîmet dide gotinên bijîşkê. Yanê civakên pêşketî di derbarê tendurustiyê de guhdariya bijîşkan, di derbarê dîrokê de guhdariya dîroknasan, derbarê perwerdehiyê de guhdariya mamosteyan, derbarê astronomiyê de guhdariya astronotan dike. Dervayê van guhdariya tu kesekî nake.

Belê ji bo rexnegiriyekî profesyonel şerta yekemîn zanîngeh û akademî ye. Çimkî rexnegiriyê de çi pêwist e di zanîngehan de li ser tê xebitîn. Xwendekar tênegihîje jî, mamoste heya ku xwendekar têbigihîje li serî disekine û heya mijar bê famkirin dev jê bernade. Kesek ku li dervayê zanîngehê li ser tiştekî bixebite û jê fam neke dev jê berdide û pêwistî nabîne ku serê xwe biêşîne, li kesek din bişêwre. Erê di mijarekê de serê xwe biêşîne jî di sed mijaran de nikare serê xwe biêşîne û biêşîne jî, serbikeve jî dema famkirinê dirêj tabana. Û kesekî di zanîngehan de mecbure mijaran tevahî fam bike. Lê kesên dervayê zanîngehê xwe mecbûr nabîne û ji bo famkirinê jî derfet pir teng in. Lê derfetên zanîngehan gelek fireh in û mamoste rê û rêbazan tev parve dikin. Yanê di her rêyekî de pêwistî bi rêberên pîspor hene.

Ji bo rexnegiriyek profesyonel zanîna dîroka rexneyê ferz e. Û aqil ya herî girîng e. Kesên ku rêya rexnegiriyê vekirine helbet kesên bi aqil in û ku gelek teoriyên aqilane ava kirine. Lê di roja îro de heya hemî teorî neyên zanîn kesek nikare teoriyek nû ava bike. Ava bike jî îxtîmal e ku lawaz bimîne an jî beriya wê/î de kesek dinê an komek rexneyê ên dinê li serî xebitîbin, bi serkeftî teoriya xwe ava kiribin. Belê rexnegiriyek serkeftî bi zanîna Plato dest pê dike û bi Derrîda didomîne. Di nav van her du kesan de bi dehan, sedan kes û teorî hene ku her yek dîtîniyek bi serê xwe tabana mijarek sereke.

Dema ku komên rexneyan hatin avakirin pêwist e ku kesên di komê de cih bigirin pisporê mijarekê rexneyê bin da ku li ser metnek xebitîn, her kesek ji komê di derbarê metnê de bi aweyek zanistî metnê ronî bike. Yanê mesela di nav teoriyên rexneyê de şewqdanî (mîmesîs) heye konut rexneya Plato ye, an jî Katarsîsa Arîsto, an jî rexneya femîsnîstî, arketîpî, derûnî, dîrokî, rexneya xwendevan navend, rexneya heqîqetê, rexneya nû ya rusan, binyadgerî, postbinyadgerî û hwd.

Werhasil li ser her teoriyek gelek pîrtûkên hêja gotarên giranbuha hatine nivîsîn. Mînak Lacan cilde li ser psîkanalîzê xebitiye û rexneya edebiyatê cilde li ser vê mijarê kiriye. Mijara herî dawî jî ku postbinyadgerî ye û Michel foucault li serî xebitîye ye. Yanê ger ku di komekî de pîsporên mijarên teoriyan tinebin û di gelek disîplînan de xwe pêş nexistibin jidîbûniya xwe winda dikin, cilde dikarin nazaran famkirin û tema devê xwe metnekî rexne bikin.

Bi aliyekî dinê ve jî di edebiyatê de tevgerên edebî hene. Dema metnek tê ber destê rexnegir pêwist e rexnegir bizanibe ka metin metnekî klasîk e, an naturalîst e, romantîk e, çağdaş e, an postmodern e, binhêşî ye, derûnîyî ye… an jî gelek termên nûjenbûniyê hene ku di dema ronesansê de ketîne nav edebiyatê û bune wek mijara edebiyatê wek realîzm, rasyonalîzm, determînîzm, pozîtîvîzm, humanîzm…

Mijarek dinê jî metnek ji kîjan malbatê û cûreyê ye? roman e an helbest e, an gotar e, an çîrok e… pêwist e rexnegir çawa metnê bigire destê xwe, metnê baş nas bike. Ji ber ku krîterên wan tev hatine kifşkirin û diyarkirin, ji aliyê zanistê va jî hatiye qebulkirin. Pêwîst e li gorî krîterên ku nav cûreyan hatine kirin bên diyarkirin. Ger ku di metnekê de karekter hebe, bûyer hebe, cih hebe em nikarin bibêjin ku metnek zanistî ye an jî ceribandin e. Metnek wiha an çîrok e, an jî roman e. Di navbera rêbazên roman û çîrokê de jî cudahî hene. Çîrokek tabana ku ji romanekî dirêjtir be. Konut rêbazek ku cudahî dixe navbera çîrok û romanê nîn e. Di nav çîrokê de cilde bûyerek heye, di nav romanê de jî bûyerek sereke û gelek bûyerên piçûk hene. Gelek rêbaz hene di navbera hemî metnan de û pêwist e ku rexnegir van rêbazan pir baş bizane.

Mijara hunerên edebî jî heye ku konut huner nebe metnên klasîk nayên şerhkirin, metnên nûjen jî nayên ravekirin.

Gelek pirtûkên nivîskaran ên serkeftî ku li ser formê, teknîkê, naverokê, zimanê, uslubê, rîtmê, mijarê, karekterê, demê û cihê hatine nivîsandin hene. Û bandora olê, çandê, baweriyê, erdîgariyê, şer û siyasetê jî li ser edebiyatê baş nîrxandine. Xeynê van ên ku li ser edebiyatê jî nivîsandin pir in. Wek Octavîo paz, J.L. Joubert, T.S Elîot, Sartre, Gîlles Deleuze, Berna Moran, Remezan Alan, Terry Eagleton, Kate Mîllet, Josephîne Donovan… em dikarin lîsteyek dirêj derêxin ku bikaribe bibe pirtûkek.

Piştê zanînekî serkeftî û kamil rexnegir dema xwest pirtûkek rexne bike pêwist e jiyana nivîskar, berhemên nîvîskar (ku hebin) bixwîne. Dîroka jiyana ku nivîskar tê de jiyaye, erdnîgariya ku nivîskar li serî jiyaye, perwerdeya nivîskar, malbata nivîskar, civak û çanda nivîskar pêwist e bê zanîn.

REXNEGERIYA KURDÎ

Ger ku şert û mercên rexnegeriyê li nazaran rêbazên jorê bên qebûlkirin û ku li cîhanê wisa tê qebûlkirin, rexnegiriya kurdî dê taze bi xwendekarên ku ji zanîngehan xelaskerên xwe girtine û di nav xebata wêjeyê de cih girtine dest pê bike. Bi van rexnegiran ve dê metnên di nav wêjeya kurdî de cih girtine bên şîrovekirin, nav lê bê kirin, kategorîzekirin û dê kêmasî û serkeftiyên nav metnan ji hev bê qetandin. Piştre rêya edebiyata kurdî bê ronîkirin.

Piştî ku kesên pispor ketin nav rexnegiriya wêjeya kurdî wî demê emê li ser usluba rexnegir, zimanê rexnegir, tez û teoriyên nûjen ên rexnegir biaxivin, kêmasî û başiyên rexnegiran binirxînin. Wî demê dê rexnegirên kurd bikaribin dîtîniyên nû yên ku di nav nivîsa kurdî de xwiya dike derxine holê. Teoriyên wêjeya kurdî ava bikin.

Helbet ji vê nivîsê bila wisa neyê famkirin ku di nav wêjeya kurdî de rexnegir tine. Kêngê bi sedan rexnegirên pispor û zana çêbûn wî demê em dikarin qala rexnegiriya kurdî bikin. Ger ne di vî astê de çend kesên pispor hebin jî, bi aliyê her kesî ve nayên naskirin. Bên naskirin jî ji bo rexnegiriyê kesek du kes têrê nake. Çawa edebiyat karê gelek kesan e, wek romanûs, çîroknûs, gotarnûs, helbestnûs, ceribandinûs û di nav xwe de beş bi beş vediqetin. Wek di romanê de natural, postmodern, binhişî… Helbestê de kîteyî, özgür, sûrealîst, klasîk, bêgramerî… Di rexnegiriyê de jî pêwist e li ser her mijarekî edebiyatê gelek kes bixebitin û di mijara xwe de bibin pisporên serkeftî da ku em bibêjin rexnegiriya kurdî heye.